Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erol Mîntaş: Fîlmê ‘Kilama Dayika Min’ Pirsa Kurd ya Li Metropolên Tirkîyê Vedibêje


Dîmenek ji fîlmê Kilama Dayika Min.

Fîlmê Derhênerê Kurd Erol Mîntaş ‘Kilama Dayika Min’ ku jiyana Kurdên ji neçarî hatine li bajarên Tirkîyê bi cih û war bûne vedibêje, bi beşdariya Dayikên Aştîyê li Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê hate pêşandan.

‘Kilama Dayika Min’ heta niha gelek xelatên navnetewî standine û gera xwe ya li festîvalên Tirkîyê û derve berdewam dike.

Fîlm roja Şemiyê êvarê di çarçoveya Festîvala Fîlman a Stenbolê de, bi navê ‘Fîlmên li ser Pireyan têne ba hev’ hate pêşandan.

Derhênerê fîlm Erol Mîntaş, li vê pêşandanê li ser fîlmê xwe ji Dengê Amerîka re peyivî.

Wî got, em niha hewil didin ji xeynî festîvalên navnetewî li sînemayên bajarên Başûrê Kurdistanê jî ‘Kilama Dayika Min’ derxin pêşberî temaşevanan.

Mîntaş li ser çîroka fîlm dîyar kir, di ‘Kilama Dayika Min’ de pirsa Kurd ya Kurdên li bajarên Tirkîyê bi cî û war bûne tê ravekirin.

“Êdî li Tirkîyê du pirsgirêkên Kurdan hene. Yek jê ya li bajarên Kurdan e ya din jî ya li metropolên Tirkîyê ye ku formula çareserkirina wan jî cuda ye.”

Derhênerê Kurd jibo eleqe û baldarîya baş ya fîlmê xwe kêfxweşiya xwe anî ziman.

“Derfetên me yên jibo reklama fîlm pir kêm bûn, lewma jî yên li fîlm temaşe dikirin li ser medya sosyal pêşniyar dikirin û bi vî awayî diçûn salonên sînemayan. Bi ya min reklama herî baş jî ev bû.”

Mîntaş, li ser beşdarîya Dayikên Aştîyê li vê pêşandanê got, “Hatina Dayikên Şemiyê ku her hefte jibo aqûbeta zarokên xwe çalakiyan dikin ji min re serbilindiyek e ku ji xwe ev fîlm jî fîlma wan e.”

Dayika Emîne ku yek ji Dayikên Aştîyê ye li ser ‘Kilama Dayika Min’ hestên xwe bi Dengê Amerîka re parve kirin.

“Fîlm hişt ku gelek bîranînên me zindî bibin. Em jî li Stenbolê bi salan e koçber in. Kilama Dayika Min hêvî û hesreta me ya vegera welat anî bîra me.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:29 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG