Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esebsî Dibe Serokê Tûnisê


Bejî Kayed Esebsî.

Tûnis siyasetmedarê dêrîn Bejî Kayed Esebsî wekî serokê xwe yê nû hilbijartin, di yekem hilbijartinên azad de ji dema serxwebûna welêt ji Fransayê sala 1956.

Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan îro Duşemê ragihand ku wezîrê berê yê 88 û serokê Partiya Bangewaziya Tûnisê dê cihê serokê demkî Munsif Merzûqî bigire, piştî ku 56 ji sedî ji rêjeya dengan bidest xist.

Hevrikê birêz Esebsî, Serokê nuha Merzûqî bixwe bû ku rêjeya mayî ji dengan bidest xist.

Hate ragihand ku hilbijartin bi giştî bi awayekî azad derbas bûn, tê de 60 ji sedî ji rêjeya dengdaran li Tûnisê beşdar bûn.

Hilbijartinên do Yekşemê dawî li veguhestina çar salan anî ber bi demokrasiyê ve piştî ku gelê Tûnisê dîktatorê welêt ji hikûmetê avêtin.

XS
SM
MD
LG