Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty: Çekdarên Dewleta Îslamî Destdirêjiya Seksî wekî Çek Bikar Tînin


Jin û keçên Êzîdî.

Rêxistineke mafên mirov dibêje, mîlîtanên Dewleta Îslamî destdirêjiya seksî wekî çek li dijî jinên Êzîdî bikar tînin, ewên ku li devera Şingalê hatibûn dîlkirin.

Ev yek jî li gorî normên navneteweyî wekî tawanên şer û tawanên dijî mirovahiyê tên jimartin.

Rêxistina Amnesty International îro Sêşemê raportek belav kir, tê de hevpeyvîn ligel 42 jin û keçên Êzîdî kiriye, ewên ku dikarîbûn xwe ji nav lepên mîlîtanan derxînin.

Di raportê de tê xuya kirin ku êşkenceya derûnî û ya bedenî li dijî wan jinan hatiye bikaranîn, wekî destdirêjî û rengên din yên tundûtûjiya seksî.

Donatella Rovera, mezine şîretvana Amnesty ew êşkence wekî "bobelatî" binav kir û got ku ewên ji nav destên rêxistina Dewleta Îslamî reviyane jî hîn li jêr bandora wê êşkenceyê ne.

XS
SM
MD
LG