Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Urdun Dîyar Dike ku Firokevanekî Wê Di Destê Dewleta Îslamî de ye


Urdun dibêje, Dewleta Îslamî (DÎ) yek jî firokevanên wê desteser kiriye, piştî ku firoka wî di operasyoneke dijî xirabkarên DÎ de li bakurê Sûrîyê kete xwarê.

Artêşa Urdunî îro Çarşemê bi daxuyanîyekê got, ew bi jîyan û ewlehîya pîlotê Urdunî, mîlîtanan berpirs dibîne.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan demeek zûtir ya îro ragihandibû ku Dewleta Îslamî ew firok li nêzîkî Raqqa gêr kirin ku ew bajar navendeke xurt ya wê rêxistinê ye.

Urdun, Bahreyn, Erebîstana Saudî û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî di koalîsyona dijî Dewleta Îslamî ya bi pêşengîya Amerîka de cîh digirin.

Hêjayî gotinê ye, ji derengîya meha Îlonê vir ve, koalîsyonê dora 550 êrîşên esmanî pêk anîne.

XS
SM
MD
LG