Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efserekî Pilebilind yê Îranî li Îraqê Hate Kuştin


General Taqavî endamê hêza Pasevanên Şoreşgêr bû.
General Taqavî endamê hêza Pasevanên Şoreşgêr bû.

Hikûmeta Îranê îro Duşemê behiyek jibo komandarekî pilebilind yê Pasevanên Şoreşgêr lidar xist, ewê ku di şerekî li dijî rêxistina Dewleta Îslamî ya tundrê de li Îraqê hate kuştin.

Televizyona dewletê ragihand ku behiya General Hamid Taqavî li bingeheke leşker li Tehrana paytext birêve çû. Ewê sibe Sêşemê li bajarokê xwe yê zikmakî Ahwaz yê başûr rojavayê Îranê were binax kirin.

Pasevanên Şoreşgêr do Yekşemê got ku Taqavî di dema karê xwe yê şîretvaniyê de li bajarê Samara yê bakurê Bexdayê hate kuştin. General Taqavî, kesayetiya leşkerî ya herî bilind e li Îranê ku ji derveyî welêt tê kuştin ji dema şerê Îraq û Îran yê salên 80î.

Ajansa Fars ya nûçeyan li ser zarê Elî Şemxanî, sekreterê Civata Bilind ya Ewlekariya Niştimanî ya Îranê di dema behiyê de got ku General Taqavî di ber berevaniya welatê xwe ji tundrêbûnê de hate kuştin.

Îrana piranî Şîa dibêje, wê şêwirmendên leşkerî şandiye Îraq û Sûriyê da ku alîkariya hikûmetên wan welatan bikin ku şerê rêxistina Sunnî ya Dewleta Îslamî bikin. Lê Tehran dibêje, wê ti hêzên şer neşandiye wir.

XS
SM
MD
LG