Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heta Niha Termên 7 Qurbanîyên Firoka AirAsia Hatin Dîtin


Karbidestên Endonezî dibêjin, tîmên lêgerîn û hawarçûnê îro Çarşemê 4 term dîtin û hejmara giştî ya qurbanîyên dîtî giheşt 7 kesan.

Karbidest herwiha radigihînin ku ​wan îhtîmaleke mezin e, şûna perçeyeke mezin ya firoka AirAsia peyda kirine ku di Behra Java de ketibû xware.
Karbidest dîyar dikin ku wêneyên sonar, anku teknolojîya ku tiştên bin avê nîşan dide, pêşnîyar dike ku beşeke fireh ji firokê di bin behrê de ye û tenê di 30-50 metrê kûrahî de ye.
Hevdem, bizavên lêgerînê, bi sedema hawaya xirab, rastî astengan tê û bi derbasbûna demê hêvîyên serketinê jî kêm dibin.
Hêjayî gotinê ye 162 rêwî di nav firokê de hebûn û heta niha ti kes bi saxî nehatiye dîtin. Di nav rêwîyan de 149 Endonezî, 3 Koreya Başûrî û 1 ji Brîtanî, Malezyî û Sîngaporî hebûn.
Piranîya wan kesan diçûn ba heval û merivên xwe xwe ku Sala Nû ligel hezkirîyên xwe pîroz bikin.
Kerem kin li çend fotoyên bizavên lêgerînê binêrin
XS
SM
MD
LG