Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bavê Fiokevanê Urdunî li Cem Daîş Daxwaza Danûstandineke Baş ligel Kurê Xwe Dike


Firokevanê Urdunî 24ê meha bûrî hate giritn.
Firokevanê Urdunî 24ê meha bûrî hate giritn.

Bavê firokevanê Urdunê ku ji aliyê rêxistina Dewleta Îslamî ve hatiye girtin, îro Şemiyê bang li mîlîtanan kir ku bi awayekî baş danûstandinê ligel kurê wî bikin û rêzê lê bigirin.

Firokevan Muaz el Kesasbeh 24ê meha bûrî ji aliyê Dewleta Îslamî (Daîş) ve hate hêsîr kirin piştî ku firoka wî ya F 16 li nêzîk bajarê Reqa yê bakurê Sûriyê hate xwarê. Daîş Reqa wekî paytexta xwe dide nasîn.

Firokevanê Urdunî yê 26 salî yekem firokevanê leşkerî ya biyan e ku dikeve destê mîlîtanan de ji dema ku hevpeymaniya navneteweyî bi rêvebiriya Amerîka Septembera bûrî dest bi kempeyna xwe ya asmanî kiriye.

Bavê Muaz, Safî Yûsif el Kesasbeh ji rojnamevanan re got ku ew piştrast kurê wî di rewşeke baş de ye û rêz lê tê girtin.

Di kovara xwe ya mehane de, Daîş hevpeyvîneke bi Muaz el Kesasbeh re belav kir tê de firokevanê Urdunê dibêje ku firoka wî bi mûşekekê hatibû xwarê. Ev yek jî li dijî daxuyaniyên Amerîka bû ku red dikirin firokeya şer ya Urdunî ji aliyê mîlîtanan ve hatibe xwarê.

XS
SM
MD
LG