Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nexweşekî Berguman yê Ebola Digihêje Amerîka


Navenda Bijîşkî li Nebraska.
Navenda Bijîşkî li Nebraska.

Dibe ku karmendekî saxlemiyê li Amerîka bi vîrusa Ebola li welatê Sierra Leone ketibe. Nexweşê ku nasmeya wê nehatiye eşkere kirin, îro Yekşemê digihêje nexweşxaneyekê li wîleyata Nebraska.

Rêvebirê bijîşkî li Navenda Bijîşkî ya Zanîngeha Nebraska Phil Smith got ku karmendê saxlemiyê ne nexweş e, ne jî nexweşiyê vedide xelkê derdora xwe.

Ewê ev kes 21 rojan li jêr çavdêriyê bimîne da were zanîn ku nexweşiya Ebola pê re pêş dikeve an na.

Do Şemiyê jî, nexweşxaneyekê li London got ku saxlemiya hemşîreyeke Skotlandî jiber Ebola di van rojên dawî de gelek xirab bûye.

Pauline Cafferkey bi awayekî xwebexş meha bûrî çûbû welatê Sierra Leone jibo alîkariya şerê dijî Ebola bike, lê wê vîrus li wir girt.

Rêxistina Saxlemiya Cîhanî (WHO) dibêje, bêtirî 20 hezar kes bi vîrusa Ebola ketine. Bêtirî 7900 kesî jî jiber vê nexweşiyê mirine.

Ebola herî bêtir li ser welatan belav e. Ew jî ev in: Sierra Leone, Liberia û Guinea. Lê ew li welatên din jî hatiye dîtin, wekî Nejîrya, Malî, Senegal, Spanya, Amerîka û Brîtanya.

XS
SM
MD
LG