Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Australia Serdana Îraqê Dike


Serokwezîr Tony Abbott.
Serokwezîr Tony Abbott.

Serokwezîrê Australia Tony Abbott îro Yekşemê bi serdaneke fermî gihişte Bexdayê da ku ligel karbidestên Îraqî alîkariya hêzên wan yên ewlekariyê gotûbêj bike, di şerê li dijî çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî de.

Televizyona dewleta Îraqê got ku Tony Abbott û hevtayê xwe yê Îraqê Heyder el Ebadî hevkariya leşkerî di navbera herdu welatan de gotûbêj kirin, bi taybet jî rahênana hêzên ewlekariya Îraqî.

Artêşa Îraqî havîna bûrî li hember êrîşeke mezin ya Dewleta Îslamî têk çû û di encamê de beşekî berfireh ji Îraqê kete destê mîlîtanên Îslamî.

Firokeyên şer yê Australiayê êrîşî armancên Dewleta Îslamî li bakurê Îraqê dikin, wekî beşek ji koalisyona navnetewî bi rêvebiriya Amerîka. Herwiha, ewê 200 leşkerên hêzên taybet yên Australiayê derbasî Îraqê bibin da ku alîkariya hêzên ewlekariyê yên xwecihî bikin.

XS
SM
MD
LG