Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

20 Efserên Din yên Polîs li Tirkiyê Tên Girtin


Wêne ji arşîvê ye.

Ajansa fermî ya nûçeyan li Tirkiyê ragihand ku polîs îro Duşemê 20 efserên din yên polîs desteser kirine, ewên ku guman heye bi awayekî ne qanûnî çavdêrî kirine.

Ajansa Anadolu got ku vê sergirtinê de efserên polîs li ser 12 bajarên Tirkiyê hatine girtin. Guman heye ku wan çavdêriya siyasetmedar, kardar û karmendên hikûmetê kiribin. Ajansê ev yek ragihand bêyî ku nasnameya qurbaniyan eşkere bike.

Bi dehan efserên din yên polîs sala 2014ê hatibûn girtin, jiber sîxorî û çavdêriya neqanûnî ya Serok Recep Tayyip Erdogan û karbidestên din yên hikûmeta Tirkiyê.

Hikûmet dibêje, ev polîs girêdayî melayê Misilman Fethullah Gulen in, yê ku li Amerîka dimîne. Hikûmet Gulen bi wê yekê tawanbar dike ku ew hewil dide hikûmetê biroxîne. Gulen van tawanbariyan red dike.

Meha bûrî, polîsan girtin ser hinek dezgehên ragihandinê yên nêzîkî Gulen û karmendên wan girtin. Wê gavê jî xembariya li ser azadiya ragihandinê li Tirkiyê jinûve anî holê.

XS
SM
MD
LG