Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kadar Pîrê: Êrîşa Parîs Ziyaneke Mezin Gîhand Rewşa Parastinê li Fransa


Li paytexta Fransa Parîs, du çekdaran êrîșî ser navenda rojnameya Charlie Hebdo kirin û di encamê de 12 kes mirin û kesên êrîșker reviyan berî ku polîs bigihin wir.

Çalakvanê siyasî yê Kurdê Sûrî Kadar Pîrê ku li Frensa dimîne ji Dengê Amerîka re ronî da ser evê bûyerê û got,” ev kesên êrîșker renge girêdayî bin bi gurûpa Dewleta Îslamî anjî bi El-Qaîde ve, çimkî wan bi pilaneke xurt ev êrîș pêk anîn û karibûn ziyanê bigihînin rewșa parastina Fransa.”

Pîrê her wiha bal kișand ser bandora evê bûyerê li ser hemî misilmanên Fransî û got ewê bibe hokar bo guhertina gelek nerînan di vê derbarê de.

Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê, faylê deng veke

Kadar Pîrê SW 1_7_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:12 0:00

XS
SM
MD
LG