Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Şîna Qurbanîyên Êrîşa Terorîstî Digire


Fransa îro Pêncşemê şîna 12 kesên ku do di êrîşeke terorîstî ya hember kovara Charlie Hebdo de li Parîsê hatibûn kuştin, digire.

Bu deh hezaran kes li seranser Fransa herikîn koilanan û êrîşa terorîstî şermezar kirin.

Hevdem, polîsa Parîsê wêneyên 2 bergumanan, Cherif û Said Kouachi, ku birayê hev in, belav kir û hewila xwe didomîne ku wana desteser bike.

Bergumanê sisêyan Hamyd Mourad yê 18 salî do xwe radestî polîsan kir, lê bi zelalî nayê zanîn ku wî di êrîşê de cîh girtiye yan ne.

Di êrîşa hember kovara Charlie Hebdoya de 12 kes hatbûin kuştin û edîtorê wê kovarê Stéphane Charbonnier û 3 kartonîst û herwiha 2 polîs jî di nav qurbanîyan de bûn.

XS
SM
MD
LG