Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşên Parîsê, Fransa Ewlekariyê li Deverên Hestiyar Baştir Dike


Fransa 10 hezar leşker dişîne deverên hestiyar jibo baştirkirina ewlekariyê piştî bûyerên terorê yên hefteya bûrî li Parîsê.

Wezîrê Berevaniya Fransayê Jeah Yves Le Drian îro Duşemê ji rojnamevanan re got ku leşker roja Sêşemê êvarî cihên xwe digirin. Wezîrê Hundir Bernard Cazeneuve jî got ku nîvê wan leşkeran dê 717 dibistanên Cihû li Fransayê biparêzin.

Herdu wezîr piştî civîneke Kabîneyê ligel Serok Francois Hollande peyivîn ku tê de gavên ewlekariyê hatin gotûbêj kirin.

Her îro Duşemê, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ragihand ku ew rojên Pêncşem û Îniyê serdana Fransayê dike jibo gotûbêjên li ser rûbirûkirina tunûtûjiya tundrêyan. Wî got ku dezgehên zanyariya Amerîkî û Buroya Vekolînên Federal (FBI) hemahengiyê ligel vekolerên Fransî dikin.

Desthilatdarên Fransî hîn li Heyat Bûmidyen digerin, jina ku wekî hevpara çekdarê bi navê Amedy Coulibaly tê nas kirin. Coulibaly ji aliyê polîs ve hate kuştin, piştî ku efserekî polîs Pêncşema bûrî kuşt û çar kesên din yên hêsir li dikanekê roja Îniyê kuşt.

XS
SM
MD
LG