Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Nav Sê Hefteyan de 5 Xort Li Cizîrê Hatin Kuştin


Roja Çarşemê li Cizîr a navçeya Şirnexê, zarokekî 12 salî yê binavê Nîhat Kazanhan hat kuştin.

Li gorî şahidên bûyerê, zarok bi guleya polîsan hatiye kuştin, lê Wezîrê Karê Hindur yê Tirkîyê Efkan Ala bi daxuyanîyekê ew îdia red kir.

Ala got, ew provakasyon e jiber ku ew roj li wir polîsan ne gaz, ne jî çek kar neanîne.

Hêjayî gotinê ye ku tevî Nîhat Kazanhan, di nav 18 rojan de 5 xort li Cizîrê hatin kuştin.

Parlamenterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Şirnexê Faysal Sarîyildiz ji Dengê Amerîka re behsa rewşa Cizîrê û kuştina Nihat Kazanhan kir.

"Hêzên tarî dixwazin li Cizîr û herêma Botanê lîstikên pir qirêt pêk bînin. 5 zarokên me hatin kuştin. Jiber heta neha tu kujerek nehatine tesbît kirin û ceza kirin, em bawer dikin tilîya hikûmetê jî tê de heye."

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:52 0:00

XS
SM
MD
LG