Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Nîjerya Seredana Herêma Kêşebar Dike


Serokê Nîjerya Goodluck Jonathan seredana paytaxta wê herêmê kir ku mîlîtanên Îslamî yên Boko Haram hêza xwe lê zêde kiriye û deverên bin kontrola xwe firehtir kiriye.

Ofîsa Jonathan ragihand ku serok çûye bajarê Maiduguri ya paytaxta herêma Borno û seredana wan leşkeran kiriye ku şerî tundrêyan dikin.

Jonathan herwiha bi sedan sîvîlan jî zîyaret kir ku li kampeke Maiduguri dimînin, piştî ku neçar man ji tirsa Boko Haram ji bajarokê Borno birevin.

Hêjayî gotinê ye gruba tundrê êrîş biribû ser bingeha leşkerî ya artêşê û jimareke mezin ya sîvîlan qir kiribû.

XS
SM
MD
LG