Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maseya Girover: Tevgera Kurdî li Sûriyê


Piștî nêzîkî 60 salî ji xebat û çalakiyên dûr û dirêj û derbasbûna di gelek qonaxên siyasî re di hindirê Sûriyê de, tevgera Kurdî nikarbû li gor pêdiviyên xelkê kurd derkeve û her wiha nikarîbû tiștekî berbiçav qezenc ke.

Û eger em bidin berçavan, bidestneketina derfetên bingehîn ji bo serkeftinên mezin di welatekî de ku deshelatê dergeh li pêș hemî cûre çalakiyên siyasî û rewșenbîrî û civakî girtibû û bi taybetî dema dihat ser kurdan û taybetmendiyên wan.

Gelo evê tevgerê çima nikarîbûn bi kêmanî rengekî ji yekîtiyeke demdirêj di navbera xwe de damezirînin û bibe hêzeke yekgirtî ku hebûna xwe di qada kurdî û sûrî de bisepîne.

Ne tenê wiha jî, her partiyeke ku digihîște asteke balkêș ji aliyê rakêșan bala kolana Kurdî û hindek caran a Sûrî jî bi giștî, ew rastî nakokiyên rêxistinî û perçebûnan dibû?

Ji bo ronîkirina evê babetê, du mîvan bi riya telephone beșdarî Maseya girover a îro bûn.

Siyasetmedar kurd Rêzdar Selah Bedreddîn ku ew bi xwe ji nifșê yekem ê tevgera Kurdî ye û yeke ji damezrênerên wê li Sûriyê, niha li herêma Kurdistana Îraqê dimîne, û her wiha endamê Komîta navendî ya partîya demuqrata Kurdistana Sûriyê PDKSê rêzdar Șahîn Ehmed ku ew jî li Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina evê Hevpeyvîne, Faylê deng veke.

Round Table SW 1_20_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:11 0:00

XS
SM
MD
LG