Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Di SalaNû de Rûpelene Nû Vedibe


Serokê Amerîka Barack Obama, di gotara xwe ya salane ya “Rewşa Yekîtîyê” de li ser jimareke mijarên wek aborî, şerê dijî terorîzmê, qanûna koçberîyê peyîvî.

Serok Obama di gotara xwe ya rûniştina hevbeş ya Kongresê de got, rewşa niha û 15 sal berê da berhev û wiha axifi:

“Berî 15 salan teror li welatê me xistibû û dû re rû ew teror bû sedema du şerên dirêj û bi mesref; û dû re aborîya welatê me û cîhanê tev de ket rewşeke xirab û niha jî gelek dewletên cîhanê de heman rewşê de ne.”

Serok do gotara xwe de dîyar kir ku ew îşev rûpeleke nû vedikin û li gor 15 sal berê, rewşa aborîya Amerîka baştir dibe û deynên hikûmetê jî kêmtir dibe.

“Endustrîya Amerîka karîger e û hilberîna enerjî jî bilind dibe. Emji sistbûna aborîya çend sal berê giheştin qonaxeke ku ji hemî netewên cîhanê xurtir çarenivîsa xwe binivîsin. Niha biryara me ye ku em bijêrin di nav 15 salên dawî de dixwazin çi bin.“

Obama herwiha bal kişand ku rêjeya bêkarî ji asta berî krîza aborî nizimtir bûye û pirtir xwendekar xwendina xwe diqedinîn û pirtir hemwelatî bi sîgorta ne û hewcedarîya Amerîka bi nefta derve re. li gor 30 salên dawî kêmtir bûye.

XS
SM
MD
LG