Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Temambûna Muhleta Dewleta Îslamî Rewşa Girtîyên Japonî Ne Dîyar e


Bi dawîhatina muhleta ku Dewleta Îslamî jibo 2 rehîneyên Japonî dabû, hîn jî çarenivîsa Kenji Goto û Haruna Yukawa nayê zanîn.

Demeka zûtir ya îro Înê dayika yek jî girtîyên Japonî bang li hikûmeta xwe kir ku 200 mîlyon dolarên ku Dewleta Îslamî xwestibû bide wê komê.

Dayika Kenji Goto, çend demjimêr piştî temambûna muhleta heyî got, kurê wî ne dijminê Dewleta Îslamî ye.

Wê got, kurê wê dosta Îslamê ye û wî jîyana xwe hemî jibo alîkarîya zarokên li qada şer derbaz kiribû.

Wezîrê Derve yê Japonya Fumio Kishida îro Înê got, welatê wî hemî tiştên pêdivî dike ku her 2 firtî bêne azad kirin, lê wî dîyar kir ku ewê li hember terorê stûyê xwe natewînin.

XS
SM
MD
LG