Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Miço Kendeș: Berxwedana Keç û Kurên Kobaniyê Hêviyeke Mezinbû Ji bo Xelkê Penaber


Miço Kendeș
Miço Kendeș

Di straneke xwe ya nûh de, dengbêjê Kurd Miço Kendeș Berxwedana Kobaniyê û șerê wê dijî terorîstên Daiș derdixe holê û rewșa penaberên Bajêr li Tirkliyê û welatên derdorê șîrove dike.

Kendeș ku bi xwe ji xelkê Kobaniyê ye û ev bû 15 salin li dûrî welat e û niha li Siwîsra dimîne ji Dengê Amerîka re ronî da ser evê stranê û hestên xwe der birîn wekû dengbêjekî bajarê wî rastî hilweșandin û wêraniyê dibe.

Rêzdar Miço Kendeș her wiha bal kișand ser lehengiya keç û kurên Kobaniyê ku li gor wî pișta xwe nedan bajarê xwe û karîbûn terora Daiș rawestînin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê li gel starana Miço (Kobanî), faylê deng veke

Miço Kendeş SW 1_24_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:00 0:00

XS
SM
MD
LG