Polîsê Îraqî ragihand, bi teqîna 2 bombeyan li paytexta walat 7 kes hatine kuştin
polîsê Îraqî got, bombeyek li berdem xwaringeheka devera piranî ya Şî'a û Zaferniya 2 kes hatine kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûn.
her wiha polîsê Îraqî ragihand, biteqîna bombeyekê li nêzîkî otombêleka polîsê Îraqî sê kesên sivîl hatine kuştin û heyşt kesên din jî birîndar bûn.
karbidestên saxlemiya Iraqê hijmara qurbaniyan pişrast kirin, deverên Şî'a û hêzên parastina Îraqî biberdewam dibine armanca kiryarên tundûtijiyê.