Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeyvîneke Taybet ligel Şervanekî Birîndar yê Kobanî


Ciwanê Kurd ji bajarê Kobanê Aram ku 2 sal in li kêleka Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şerê parastina bajêr dike, piştî birîndarbûna xwe ya cara diduyan jibo dermankirinê hatîye Tirkîyê.

Aram, kurê malbateke gundê Minaz a Kobanê ye û temenê wî 21 sal e. Berî ku DAIŞ êrîş bike, li gundên Kobanê erka parastinê dikir. Bi dijwarbûna êrîşên DAIŞ’ê re, li ser daxwaza fermandarên xwe malbata xwe tîne Pirsûsê û dîsa vedigere nav şer.

Ew di nav 2 salên şervanîyê de, 2 caran birîndar dibe û cara dawî jî jibo dermankirinê tê Tirkîyê ku niha jî li benda başbûna birînên xwe ye.

“Ez li vir im lê dilê min li Kobanê ye. Ger şevekê agahî ji Kobanê nestînim, wê şevê xewa min nayê. Ez ê li demeke nêzîk malbata xwe ji konên peraberan bibim û herim Kobanê.”

Aram dîyar dike, li xeta sînorê Tirkîyê û Kobanê wan bi dûrbînan bi çavê xwe didît ku leşkerên Tirkîyê dibûn alîkar ji DAIŞ’ê re û rê ji wan re vedikirin.

“Ger Tirkîyê derîyê Til Ebyadê li ser DAIŞ’ê bigirta, di 2 rojan de DAIŞ ji Kobanêyê dihat paqij kirin.”

Li gor gotinên Aram, “Demên ku şer tune bû, wext li Kobanê derbas nedibû. Me parastina namûs û axa xwe dikir. Bi taybet jî vîna şervanên jin pir xûrt bû.”

Ew bi bîr dixe, jiber ku YPG’ê nedixwest şehîd û birîndar zêde bibin, piştî berxwedana mehekê ya li ser Kaşê Miştenûrê derbasî hûndirê Kobanê bûye.

Aram hestên şervanên hûndirê Kobanê yên li ser pêşwazîkirina pêşmerge jî wiha tîne ziman.

“Mehekê em li hêvîya pêşmerge bûn. Berî pêşmerge werin tenê noqteyek di destê me de mabû. Derîyê sînor û sê çar taxên Kobanê. Çawa ku pêşmerge gihîştin me, bi hatina wan û çekên giran re moralê YPG’ê pir bilind bû.”

Aram bandora bombardimanên firokên hevpeymanîyê dinirxîne û wiha dibêje:

“Rojên pêşî bandoreke wan ya zêde tunebû. Carekê bi şaşî li hevalên me xistin û 15 şervanên me şehîd bûn. Lê piştre pir baş li DAIŞ’ê dan.”

XS
SM
MD
LG