Serokwezirê Tirkîyê Ahmet Davutoglu jibo beşdarê kongreya Partîya Partîya Dad û Pêşvebirinê(AKP) ya Rêxistina bajêr bibe, hat Amedê.
Serokwezîrê Tirkîyê derbarê dewamkirina pêvajoya çareserîyê de peyamên girîng da û got her cara ku vîna çareserîya pirsgirêka Kurd derket holê hêzên tarî rê li pêşîya çareserîyê girtin.
"Ji dema Turgut Ozal vir ve her carê hêzên tarî dikevin meydanê û astengîyan derdixin pêşîya çarserîyê."
Ahmet Davutoglu bûyerên Parka Gezîyê, Protestoyên Kobanê û bûyerên li Cizîrê, hewildanên li dijî pêvajoya çareserîyê binav kir.
"Em bi biryar in ku pêvajoyê bidomînin û jibo wê jî hemî alîyan re rûdinin û hevdîtinan dikin. Pêvajoya çareserîyê malê gel e û paşeroja me ye."
Birêz Davutoglu got hişmendîya biratîya dirokî, biratîya zimanê Kurdî û Tirkî û mafê welatîyên wekhevîyê xalên bingehîn yên pêvajoyê ne.