Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Soza Piştgiriya Nejîrya li Dijî Boko Haram Dide


John Kerry ligel Serokê Nejîrya Goodluck Jonathan.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, Amerîka dê piştgiriya xwe jibo artêşa Nejîryayê di şerê li dijî Boko Haram de berdewam bike.

Birêz Kerry yê ku do Yekşemê gihişt bajarê Lagos yê Nejîryayê, ev gotin kir demeke kin piştî ku leşkerên Nejîryayî êrîşeke mîlîtanên Boko Haram ji derveyî paytexta wîlayeta Borno rawestandin.

Birêz Kerry dibêje, roj bi roj, ev grûpa ku navê xwe dike Boko Haram bi berdewamî sivîlên bêsûc dikuje û êrîşî gund û bingehên leşkerî li deverên wekî Borno, Yobe û Adamawa dike. Amerîka van êrîşan şermezar dike.

Wezîrê Derve yê Amerîka ligel herdu berbijarên sereke yên welêt kom bû, serokê nuha Goodluck Jonathan û berbijarê sereke yê opozisyonê Muhammadu Buharî, berî hilbijartinên serokatiyê yên 14ê Sibatê.

Tê bawer kirin ku çekdarên Boko Haram bingehên leşkerî li bajarê Monguno jî kontrol kirine ku ew jî 180 kîlometran li bakur rojavayê wîlayeta Borno dikeve.

XS
SM
MD
LG