Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stiranbêjê Navdar Demis Roussos di Temenê 68 Salî de Dimire


Stiranbêjê Yûnanî yê navdar Demis Roussos îro Duşemê li nexweşxaneyekê Athena, paytexta Yûnanistanê jiyana xwe ji dest da.

Karbidestên nexweşxaneyê mirina hunermendê navdar di temenê 68 salî de piştrast kir.

Demis Roussos heta sala 2012ê jî karê xwe yê hunerî berdewam dikir, lê jiber nexweşiyê wî nema karîbû stiranbêjî dom bikira. Ew bi taybet di salên 70 û 80 bi stiran û şêweyê xwe yê balkêş hate naskirin.

Destpêka Roussos ya hunerî ligel koma Aphrodite's Child bû dema ligel hunermendê Yûnanî Vangelis Papathanssiou di salên 60 de dest bi kar kirin.

Roussos li gelek bajaran jiyana xwe derbas kir, di nav de Los Angeles, Paris, Monte Carlo, London û Athena.

Ew di sala 1946 de li bajarê Aleksandriya yê Misirê ji dayîk bûbû.

XS
SM
MD
LG