Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Freedom House Raporta Salanê Belav Dike


Gruba mafên mirovan ya navnetewî Freedom House îro Çarșemê got, rêbaza sîstema navnetewî ya li ser demokrasiyê avabûyî, reng e niha bêhtirî her demekê berê di bin gefeke mezin de ye.

Di gera xwe ya salane de Freedom House got, di sala 2014an de demokrasî di rewșeke tarî de bû. Sûriyê di raporta nû ya salane de di asta herî nizim de ye.

Freedom House got, tenê rewșa Tûnis awarte bû, ew di sala 2014 de welatê Ereban yê yekem bû di bidestxistina cihê azad de, ji dema șerê Lubnan yê navxweyî, bi dehsalan berê.

Li gor raportê jimareke ku cihê nîgeraniyê ye, ji hêzên aborî û welatên herêmî yên desthilatdar di pîvanên demokrasî de bișûnve çûn ku çavdêriya dewletê li van welatan gef da ser azadiya derbîrînê û azadiyên kesayetî.

Rûsya , Venezuela, Misir,Tirkiyê,Thailand, Nîjerya, Kenya, Azerbaycan û Hungarya (Macaristan) di nav van welatan de bûn.

Raportê di vê derbarê, desttêwerdana Rûsya bo Ukranya û tevlîkirina Girava Qirimê bo Rûsya wek mînakeke sereke anî ziman.

XS
SM
MD
LG