Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daîş Pênasînê bi Têkçûna Xwe li Kobaniyê Dike


Jibo cara yekê mîlîtanên rêxistina Dewleta Îslamî ya terorîst (Daîş) mikur hatin ku ew li bajarê Kobaniyê yê Kurdistana Sûriyê têk çûn.

Di vîdyoyekê de ku ji aliyê Ajansa Amaq ya ser bi Daîş ve hate belav kirin, du çekdarên Daîş gotin ku êrîşên asmanî yên Amerîkî sedema sereke bûn ku ew neçar man ji Kobaniyê vekêşin.

Roja Duşema bûrî, çalakvan û Karbidestên Kurd ragihandin ku Kobaniyê ji çekdarên Daîş hatiye paqij kirin.

XS
SM
MD
LG