Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Farûq Mustefa: Di Rewşeke Ne Aram De Hilbijartin Nabin


Farûq Mustefa
Farûq Mustefa

Civata qanûnsaz a rêveberiya xweserwerî li navçeya Cizîrê li Sûriyê, amadebûna xwe ragihand bo hilbijartinên șaredariyê û rêveberiya xwecihî û di vê derbarê de daxuyaniyek belav kir.

Rojnamevanê Kurdê Sûrî Farûq Mustefa ku li Tirkîyê dimîne ji Dengê Amerîka re ronî da ser evê babetê û got:

“Ev hilbijartin bi çi șêweyî piştgiriya pêwendiyan di navbera herdû hêzên sereke yên Kurdên Sûriyê nake, ew di vê dema ne aram de tê wateya ku ew tenê nameyeke siyasî ye.”

Mustefa her wiha bal kișand ser lêvegera siyasî û got, ne pêwîst bû biryara hilbijartinan der biçe berî kombûna lêvegerê ku pêșbîne di van rojên bê de bête lidarxistin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Farûq Mustefa_sw_2_2_2015
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:21 0:00

XS
SM
MD
LG