Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Piroseya Nûavakirina Kobaniyê


Berî Kobanî bi tevahî rizgar be, du desteyên ciyawaz hatin damezrandin ji bo nûavakirina bajêr. Yek serbixweye û yek jî girêdaye bi desthelata Kantona Kobaniyê ve. lê armanca herduwan jî bê bugam ewe avakirina bajarekî ku ji bin ve hate hilweșandin û kevir li ser kevir nema.

Piștî rizgarkirina Kobaniyê çavê xelkê penaber li vegerê ye, li vegera li mal û șûnwarên xwe ye, lê mixabin piraniya wan dê vegerin cihekî din, çimî malên wan rastî wêraniyê bûne û bi çi șêweyî jiyan lê nabe.

Ev herdû deste roja îroj çi dikarin bikin, û dê erka wan di avakirina evî bajarê wêran bûyî de, ta kîjan astê bigihe armancên wan di piroseya avakirinê de!

Ev herdû deste ta kîjan astê, dê karibin hewlên xwe bikin yek û tenê ji bo avakirinê kar bikin, û eger hin nakokî hebin jî dê wan bidin alî û berê xwe bidin bejewndiyê xelkê penaber û dilșikestî?

Bi beșdarbûna du mîvanan, bernameya Hest û Helwest ronî dide ser evê babetê:

Damezrênerê Desteya serbixwe ya Nûavakirina Kobaniyê rêzdar Miselem Talas ku li Tirkiyê dimîne, û peyvdarê Desteya Nûavakirina Kobaniyê rêzdar Idrîs Na’san ku li bajarê Kobaniyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya bernameya Hest û Helwest, faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:30:03 0:00

XS
SM
MD
LG