Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmed Şêxo: Çanda Grûpa DAIŞ Kuştin e


Șewitandina firokvanê Urdunî bi șêweyekî hovane ji aliyê Daiș de, ku di vîdyoyekî de hatibû belavkirin, bû cihê dilgiranî û protestokirina her mirovekî aștîxwaz û nermerê li cîhanê.

Hevserokê TEV-DEM ê li Kobaniyê û endamê lêvegera siyasiya Kurdên Sûriyê rêzdar Ehmed Șêxo, ji Dengê Amerîka re ronî da ser evê babetê û got, ev ne tiștekî nû ye ji bo Daiș, wê berê bi dehan kiryarên wiha hovane kirine û Kurd baș wê dinasin , ji ber wilo, ew hewil didin bi çi șêweyî ev gurûpa terorîst derbas nebe herêmên wan.

Șêxo her wiha bal kișand ser rola Amerîka û hevalbendên wê li herêmê û ragihand ku pêwîste ew bi awakî rijdîtir gefa evê gurûpê bidin pêș çavan û helmeteke berferehtir dijî wan bi rê ve bibin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:08:49 0:00

XS
SM
MD
LG