Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry li Ukrayna ye ku ligel Poroshenko Bicive


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry li Kîyev e

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry li Kîyev e ku ligel Serokê Ukrayna Petro Poroshenko hevdîtinan bike.

Hevdem rêberên Almanya û Fransa jî radigihînin ku ew jî bi pêşnîyareke nû berê xwe didin wî welatî.

Karbidestekî bilind yê Wezareta Derve ya Amerîka, berî Kerry bigeheje Kîyev ragihand ku ewê $16.4 mîlyonên din wek alîkarî bişîne sîvîlan ku zîyanên mezin ji şerê navbera artêşa Ukraynî û cudaxwazên Rûsî dîtine.

Heman karbidest got, hikûmeta Amerîkî berdewam pêdaçûna xwe didomîne ku çekên giran yên berevanî bide Ukrayna, lê ew ne piştrast in hêzên Ukrayni bikaribin wan sîlahana bixebitînin yan ne.

XS
SM
MD
LG