Dadgeheke li Beçîka îro Çarşemê biryar da ku koma Îslamî ku şervanan dişîne Sûrîyê terorîst e.
Dadgeha li bajarê Antwerp herwiha biryar da ku cezayê 12 sal zindanê li rêberê wê komê Fouad Belkacem birî.
Dadgehê Belçîkî 46 kes bi girêdayî koma Îslamî ya bi navê Sharia4Belgium darizand, lê tenê jimareke hindik ji wan kesan di dadgehê de amade bûn.
Karbidestên Belçîkî di wê bawerîyê de ne ku piranîyan wan kesan li Sûrîyê ne û heta niha dora 400 Belçîkî çûne wî welatî û tev li şer bûne.