Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Gundên Nû li Derdora Kobaniyê ji Daîş Vedigerînin


Bi alîkariya êrîşên asmanî yên bi serkêşiya Amerîka, şervanên Kurd bi kêmî 163 gund li derdora bajarê Kobaniyê kontrol kirin, piştî ku mîlîtanên Dewleta Îslamî (Daîş) di nav sê hefteyên bûrî de derxistin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov îro Şemiyê ragihand ku tevî Kurdan kontrola xwe vegerandine ser gelek gundan ji dema ku Kobaniyê derengî meha bûrî hatiye rizgarkirin, pêşketina wan lawaz bûye jiber pevçûnên nû li rojava û başûr rojavayê bajêr.

Daîş hewil dide ku mîlîtanên xwe li van deveran bicih bike da ku ji nû ve şerê Kurdan bikin, li gorî ku çavdêriyê ragihand.

Di operasyona rizgarkirina Kobaniyê de li 26ê meha bûrî, ji bilî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Pêşmergeyên Kurdistana Îraqê û êrîşên asmanî yên Amerîkî jî fakterekî erênî bûn jibo kontrolkirina bajarê Kurd li bakurê Sûriyê.

XS
SM
MD
LG