Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştina Ozgecan Aslan Li Seranserê Tirkiyê Hate Şermezar Kirin


Xwepêşandina Stenbolê jibo Ozgecan.
Xwepêşandina Stenbolê jibo Ozgecan.

Kuştina keça Kurd ji Dersîmê Ozgecan Aslan ku li bajarê Mersînê piştî hatibû revandin, 13’ê meha 2’yan termê wê yê şewitandî li nav çemê Tarsusê hatibû dîtin, li seranserê Tirkiyê ji aliyê jinan ve tê protesto kirin.

Piştî dîtina termê keça 20 salî Ozgecan Aslan ku ji roja Çarşema borî ve winda bû, derket holê ku ew dema ji zankoyê vedigere mala xwe hatiye revandin, destwerdana cinsî lê hatiye kirin, bi kêran hatiye kuştin û piştre jî termê wê hatiye şewitandin.

Ajovanê bus a ku Ozgecan lê siwar bûye, tevî kurê xwe û hevalekî wan piştî vê rûdanê li xwe mikur hatin ku wan ew keçik bi benzînê şewitandiye û termê wê jî avêtiye nava çem.

Bi vê kuştinkariya hovane re li Tirkiyê jin rabûn ser piyan û roja Şemiyê li dema ku cenazeyê Ozgecan li Mersînê dihat binaxkirin, li gelek bajarên Tirkîyê jinan li hember tundûtujîya li ser jinan dengê xwe bilind kirin.

Li Stenbolê ‘Plotforma Emê Kuştina Jinan Bidin Rawestandin’ bi beşdariya hunermend, siyasetvan û bizavkarên jin kuştina Ozgecan Aslan şermezar kir û xwest jin li hember tundûtujiya mêran bi qanûnan werin parastin.

Bizavkarên jin li Taksîmê li bin nivîsa ‘Êdî bes e! Emê hisabê Ozgecan bipirsin’ meşiyan û dirûşmên mîna, ’Bila dawî li kuştinkariya jinan were’, ‘Emê ji qatilan hisab bipirsin’ û ‘Kujerên jinan bila werin dadgehkirin’ qêrîyan.

Nûnera Platformê Gulsum Kav da xuya kirin, “Bila siyasetvan van kuştinan şermezar bikin û di qanûnên cezayê de guherînan çêbikin. Ev ne karekî zehmet e.”

Parlemantera CHP’ê Melda Onur jî bal kişand ser derengxistina derxistina qanûnên jibo parastina jinan li parlemana Tirkiyê.

“Heger siyasetvanên mêr jibo rawestandina kuştinkariya jinan nikaribin ti gotinekê bikin, bila êdî li ser şêwaza jiyana jinan jî nepeyivin.”

Protestoyên kuştina Ozgecan Aslan û tundûtujiya mêran ya li ser jinan, li Tirkiyê berdewam dikin. Jin li ser torên civakî yên mîna, twîtter û facebookê bang dikin ku roja Duşemê cilên reş li xwe bikin û vê kuştinkariyê şermezar bikin.

Kuştina Ozgecan Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG