Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

71 Rêxistinên Mafên Mirov Banga Azadkirina Sê Çalakvanên Sûrî Dikin


HRW yek ji wan rêxistinan bû.
HRW yek ji wan rêxistinan bû.

Jimareke grûpên mafên mirov bang li hikûmeta Sûriyê kirin ku sê çalakvanên mafên mirov demûdest azad bike, li dema salvegera sêyem ya girtina wan.

Her sê çalakvan Mazin Derwîş, Hanî el Zîtanî û Hisên Xerîr li Sûriyê bi karê xwe yê berevaniya mafên mirov tên nasîn.

Çalakvanên navdar sala 2012ê li ofîsa xwe li Şama paytext hatin girtin. Wan li Navenda Medya û Azadiya Derbirînê kar dikir.

Di nav wan 71 grûpên ku bang li hikûmeta Sûriyê de kirin, Human Rights Watch jî cih digire. Daxuyaniya grûpan got, ev çalakvan di encama karê xwe de di ber berevaniya mafên mirov de hatine girtin.

Daxuyaniyê banga azadkirina demûdest û bêmerc ya her sê çalakvanan kir.

XS
SM
MD
LG