Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

18 Kes li Dema Karnîvalekê li Haiti Hatin Kuştin


Di encama kontakta elektrîkê de, bi kêmî 18 kes li dema meşa karnîvalekê li welatê Haiti hatin kuştin.

Desthilatdar dibêjin, 40 kesên din jî di vê bûyerê de birîndar bûn. Bûyer roja Sêşemê zû li Port-au-Prince, paytexta Haiti çê bû.

Qurbaniyên bûyerê li ser sehneke şanoyan ya veguhêz li nav bajêr derbas dibûn.

Kesên ku li cihê bûyerê beşdar bûn, gotin ku kesekî li ser sehna veguhêz dixwest têla elektrîkê bilind bike ta ku sehn di bin re derbas bibe. Lê kontakt yekser derket holê.

Karnîvala Port-au-Prince roja Yekşemê destpê kir. Ew festîvala herî mezin e li herêma Karîbî ku tê de rengên muzîk û dîlanên cuda tên pêşkêş kirin.

XS
SM
MD
LG