Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Gelo Daiș Niwêneratiya Îslamê Dike An Na


Elaiddîn Cengo û Elai Oso
Elaiddîn Cengo û Elai Oso

Hovîtiya evê gurûpa Daiş ya tundrew û terorîst hemî pîvan șikandin û hemî sînor derbas kirin. Di demeke kurt de wê karîbû tirsê têxe dilê hemî xelkên cîhanê.

Bidarvekirin, gullebaran, serjêkirin, șewitandin, hemî șêweyên kuștinê li dijî xelkê sivîl bi kar anîn. Yaseyên xwe yên taybet li wan sepandin. Zarok û jin revandin û li bazaran firotin. Derbasî gund û bajaran bûn û ew ji bin ve hilweșandin.

Û ev hemi jî ne bi dizî, belê li pêș çavên hikûmet û welatên mezin li cîhanê ku xwe dibînin parêzer û bervedêrên mafên mirov û miletan.

Ne tenê wiha jî. Daiș êrîșên xwe birin ser wan welatan bi xwe jî û gelek hemwelatiyên wan kuștin û bejewendiyên wan têk birin.

Lîsteya gunehkariyên Daiș dirêje û li berçavan e û herhal ew bi xwe jî van kiryarên xwe belav dikin û pê serbilindin. Ango ew ne cihê nakokî û guftûgoyê ye. Tiștê ku cihê nakokiyane ewe ku Daiș Quranê ji bo xwe dike jêder û xwe dibîne niwêra Îslamê.

Gelo di dîroka Îslamê de kiryarên wiha bûne an jî kesin wiha hov û mirdar bûne desthilatdar an na?

Gelo di Quranê de çi ayet hene ku kuștinê bi vî rengê diyar û hov rewa dikin?

Eger na, gelek șîrovekar dibêjin ka xwediyên Qurana pîroz li ku ne? Çima ew bêdengin li hember gunehkariyên ku bi navê Quranê û Islamê dibin? Di dema ku bi sedhezaran derdiketin xwepêșandanan ji bo belavkirina șêwekarekî ji karîkatorên Pêxemberê Islamê re?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser evê babetê;

Nivîskar Kurdê Sûrî rêzdar Elai Oso ku li bajarê Melatiyê li Tirkiyê dimîne û her wiha

Mamosteyê zanîngeha geșepêdana Mirovî li Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê rêzdar Elaiddîn Cengo.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya bernamê, faylê deng veke

Sense & Stance 4 2 _17_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:07 0:00

XS
SM
MD
LG