Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mustafa Ozçelik: Xeta Kurdîstanî li Tirkîyê Qels Bûye


Kurdên Dîyarbekirê Newrozê pîroz dikin
Kurdên Dîyarbekirê Newrozê pîroz dikin

Hejmara partîyên Kurd li Tirkîyê zêde dibin. Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) sê meh berê hat damezrandin lê di demek kurt de di nav sîyaseta Kurdan de cîyê xwe çêkir.

Serokê PAK'ê Mustafa Ozçelîk ji Dengê Amerîka re got ku xeta Kurdîstanî li Tirkîyê qels ketiye.

“Sîyaseta Kurd reng e wê ber bi Tirkîyeyêbûnê ve diçe. PAK jibo azadîya Kurdistanê bi rê ketiye.”

Ozçelîk dîyar kir 90 sal in Tirkîye bi sîyaseta yek milet, yek dewlet tê rêvebirin.

“Hebûna mîletê Kurd bi vê sîyasete hatîye red kirin. Divê em bi çaveke din li mesele binerin û di hilbijartinê de bi helwesta Kurd û Kurdistanê bînin rojevê. Divê em nekevin xema ku emê çend parlementeran bişinin Enqerê.”

Hêjayî gotinê ye Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo tifaqa partîyên Kurd di hilbijartinê de PAK'ê jî zîyaretê kir û Ozçelîk jibo Dengê Amerîka behsa naveroka vê serdana HDP'ê jî kir.

KHF_2_18_15_
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:57 0:00

XS
SM
MD
LG