Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Dadgehê li Dijî Xwepêşandinên Gezî Parkê Tê Hilweşandin


Xwepêşandinên Gezi Park (arşîv).
Xwepêşandinên Gezi Park (arşîv).

Medyaya Tirkiyê ragihand ku dagehekê li Enqereya paytext dozek li dijî bijîşkên ku alîkariya xwepêşandinên dijî hikûmetê yên sala 2013ê kiribûn, rawestandiye.

Wezareta Saxlemiyê gilî li jimareke bijîşk kiribû ku alîkariya bijîşkî pêşkêşî xwepêşandinên birîndar kiribûn û nexwestin navên wan bidin hikûmetê.

Piştî guhdarîkirina li çend dîdevanan, dadgeha Enqerê doz rawestandin. Di nav wan dîdevanan de, du qanûndanerên opozisyonê jî cih digirtin, li gorî ku ajansa Dogan ya nûçeyan ragihand.

Yekser piştî biryara dadgehê, Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê daxuyaniyek derxist tê de got ku wan bijîşkan erê xwe ya mirovahî jibo alîkariya birîndaran dikir.

Daxuyaniyê pê de çû û got ku “xizmetkirina mirovahî ticarî nabe tawan.”

Xwepêşandinên ku bi navê Gezî Parkê tê zanîn, li Gulana 2013ê destpê kir. Di encama wan de 8 kes li ser destê polîs hatin kuştin û bi hezaran birîndar ketin.

XS
SM
MD
LG