Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xalid Sincar: Me Nezanî bû Şerê Kobaniyê Dê Çiqasî Dirêj Ke


Gelek malbatên penaber yên Kobaniyê ji aliyê Tirkiyê ve derbasî bajarê Dirbêsiyê bûbûn û niha piștî rizgarbûna Kobaniyê hewil didin vegerin, lê çi rê nînin. Li gor çalakvanan, desthelatdarên Tirkiyê wan derbas nakin çimkî gelekan ji wan passport û nasname nînin û riya navbera Dirbêsiyê û Kobaniyê girtiye.

Çalakvan Xalid Sincar ku ew jî yek ji wan penaberan e û li Dirbêsiyê dimîne, ji Dengê Amerîka re rewșa niha ya wan malbatan șîrove kir û got em pir dixwazin vegerin mal û gundên xwe, lê em nikarin, me banga gelek alîyan kir ji bo alîkariya me bikin di vê derbarê de, lê ta niha tiștekî berbiçav nîne.

Sincar her wiha bal kișand ser pêșwaziya berbiçav a ew pê hatî kirin ji aliyê Xelkê Kurd ve li Dirbêsiyê û ew vegerand hezkirin û yekbûna di navbera xelkê kurd de li her deverê.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:05:59 0:00

XS
SM
MD
LG