Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alî Yalçinkaya: Zimanê Kurdî li Turkiyê di Bin Metirsiya Windakirinê de Ye.


Rêxistina UNESCO ya Neteweyên Yekbûyî sala 1999an biryarek stand ku 21ê Sibatê bibe Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê.

Ev roj hate hilbijartin, juber ku di 21ê Sibata 1952an de xwendekarên zanîngehan yên Bengalî li hember biryara hikûmeta Pakistanê jibo qedexekirina zimanê Bengalî rabûn û çalakiyek li dar xistin, lê hikûmetê ev çalakî bi tundî temirand.

Zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanên zikmakî ye ku di bin zor û metirsiya windakirinê de maye, tevî kar û xebat ji aliyê rewşenbîrên kurd dibe, lê hîn hikûmetên desthilatdar li Kurdisatnê pênasînê bi zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî nekiriye.

Di encama van siyasetan de, Kurd di vê roja cîhanî de bi coş û çalakî û xebatên di derbarî ziman de lidar dixin.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, mamosteyê zimanê Kurdî û birêvebirê KURDI-DER li Îzmîrê Alî Yalçinkaya roniyê dide ser vê roja taybet û girîngiya wê ji bo zimanê Kurdî.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:04 0:00

XS
SM
MD
LG