Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xelatên Oskar Tên Belavkirin


Filmê Birdman xelata baştirîn film di festîvala Oskar ya 87emîn de do Yekşemê wergirt.

Derhênerê filmê Birdman Alejandro Inarritu, xelata baştirîn wêneya sînemayî pêşkêşî gelê xwe yê Meksîkî kir, di nav wan de jî ewên ku bi riya sînor derbasî Amerîka dibin.

Derhênerê Meksîkî herwiha xelata Oskar ya baştirîn derhêner li ser filmê xwe Birdman wergirt.

Xelata baştirîn akter bû nesîbê hunermend Eddie Redmayne, li ser rola wî di filmê the Theory of Everything ku li ser riyana fîzîstê navdar Stephen Hawking bû.

Xelata baştirîn aktera jin çû ji hunermend Julianne Moore re, li ser rola wê di filmê Still Alive de.

Ji bilî van jî, bi dehan xelatên din yên Oskar gihiştin hunermendên din yên navdar.

Akter Neal Patrick Harris mêvandariya Festîvala Oskar ya îsal kir.

XS
SM
MD
LG