Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildêrên Ukraynayê: Vekêşana Çekan Destpê Kiriye


Serhildêr li rojhilatê Ukraynayê dibêjin, wan dest bi vekişandina çekên giran ji bereyên şer kiriye, li gorî agirbestekê ku ligel hikûmeta Ukraynayê hatiye lihevkirin.

Mezine komandarê serhildêran Eduard Basurin got ku prosesa vekêşanê demjimêr 9 yê sibehê bi dema xwecihî îro Sêşemê destpê kiriye. Ev yek hîn bi awayekî serbixwe nehatiye piştrast kirin.

Karbidestên leşkerî yên Ukraynayê bersiv nedane, lê rijdiyê dikin ku ewê çekên xwe ji bereyên şer venekişînin madem şer hîn li dar e.

Kiyêv got ku êrîşên serhildêran roja Sêşemê li nêzîk bajarê Mariupol û Debaltseve berdewam kir.

XS
SM
MD
LG