Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîbanê Êrîşî Konvoya Tirk li Kabulê Kir


Karbidestên Afganî û Tirk li cîhê bûyerê ne

Êrîşvanekî xwekuj yê Talîbanê otomobîla xwe ya bombekirî ajot ser konvoya balyozxaneya Tirk li Kabul û herî kêm 2 kes kuştin.

Cîgirê Wezîrê Navxweyî Ayub Salangi ji peyamhinêran re got ku armanca êrîşê otomobîla balyozxaneya Tirkîyê bû.

Berdevkekî polîsan jî ji Dengê Amerîka re got ku hemwelatîyekî Tirk di nav qurbanîyan de ye.

Avahîya balyozxanê li nêzîkî qesra seroktîyê ye û ew dever bi başî tê parastin.

Talîbanê lêzûbez êrîş rakir ser xwe, lê ragihand ku wan konvoya hêzên Amerîkî kiribû armanc.

XS
SM
MD
LG