Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûrî Brîmo: Eger Rewş Xirab Bû, ENKS Amade ye Hêzeke Leşkerî Bişîne Cizîrê


Nûrî Brîmo.
Nûrî Brîmo.

Çavdêrên Kurd li Sûriyê dibêjin, damezrandina mîlîşyayeke Ereb li herêma Cizîrê gefeyeke rasterast e li hember hebûna Kurdan li wê deverê.

Berî çend rojan, li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê komeke çekdar bi navê Artêşa Cizîrê ya Ereb bi piştgiriya rejîma Sûriyê hate damezrandin.

Nûrî Brîmo, endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje ku rejîma Esed bi vê gavê dixwaze şerê navxweyî bîne nav Kurdistana Sûrî jî.

Birêz Brîmo herwiha dide zanîn ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) amade ye hêzeke leşkerî bişîne, eger rewş xirab bû û Kurd ketin jêr gefeyeke rasterast. Wî got, dê hingê ENKS destûrê PYD û YPG nexwaze jibo parastina deverên Kurdistana Sûriyê.

Hevpeyvîn bi Nûrî Brîmo re
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:54 0:00

XS
SM
MD
LG