Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şelal Gedo: Derdora 1400 Gurûpên Çekdar Li Seranserî Sûriyê Şer Dikin


Şelal Gedo
Şelal Gedo

Șoreșên Buhara Erebî li gelek welatan doza guhertinê kirin û rûxandina rêjîmên wan gava yekem bû ji bo pêkanîna armanca guhrtinê. Lê rewșa Sûriyê Taybet bû di vê derbarê de ku li dirêjiya 4 salan opozisyonê nikaribû çi deskeftên berbiçav ji bo xelkê Sûriyê dabîn bike.

Sikirtêrê Partiya Çep a Demuqrat a Kurd li Sûriyê rêzdar Șelal Gedo, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê babetê û nebûna çareseriyekê ji bo Sûriyê vegerand bo hokarê herêmî û navnetewî û got:

“Eger xelkê Sûriyê roja îro rêkeftinekê li gel rêjîma Esed li darxe jî dê rewș wek xwe bimîne ji ber ku ew girêdaye bi berjewendiyên welatên herêmê ve.”

Gedo ku niha bo serdanekê li Holenda ye, her wiha bal kișand ser rewșa pêkhateyên Sûriyê û diyar kir ku rêjîmê hewil da nakokiyên olî û netewî gur bike û ew di vê yêkê de biser dikeve.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Şelal Gedo SW 3_9_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:06 0:00

XS
SM
MD
LG