Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Hilbijartinên Şaredariyê li Herêma Cizîrê


Hekem Xello, Mihemed Îsmaîl û Ronî Elî
Hekem Xello, Mihemed Îsmaîl û Ronî Elî

Li her cih û deverekê ku mirov bixwaze desthelat bi awakî dadmend birêve biçe, pêwîste bingeheke xwe ya gelêrî hebe û ev bingeha han jî tenê bi riya hilbijartinan pêk tê. Tenê kesên hilbijartî dikarin bi awakî așkere û rewa bêjin em nûnerên xelkê xwe ne û dikarin bi navê wan biaxivin û biryaran bistînin.

Lê di rewșeke aloz de, li welatekî ku li gor pîvanên navnetewî șerekî navxweyî lê digere çawa aliyek dikare hilbijartinan birêve bibe?

Rêveberiya xweserwer li Kantona Cizîrê bi niyaze ku hilbijartinên șaredariyê roja Înê13 vê mehê birêve bibe, di demekê de ku damezrandina lêvegera siyasî pêk hat û gelek çavlirê bûn ku biryareke wiha bi awakî hevbeș di hindirê lêvegerê de, bi erêkirina hemî aliyan be.

Gelo ev hilbijart ta kîjan astê rewaye? ku ne tenê aliyên ji derveyî herdû çarçoweyan jê ne razî ne belê hevalbendên TEV-DEMê di hindirê lêvegerê de jî jê dûrin.

Gelo rêkeftina Duhok nîșana van cûre çalakiyên yek alî daye an na?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan vê babetê șîrove dike

Hevserokê civata qanûnsaz Kantona Cizîrê rêzdar Hekem Xello ku li bajarê Qamîșlo dimîne; Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demûqrat a Kurdistana Sûriyê (PDK-S) rêzdar Mihemed Ismaîl ,ku ew jî li Qamîșlo dimîne; û her wiha nivîskarê Kurd Sûrî Ronî Elî ku li paytexta Herêma Kurdistana Îraqê Hewlêr dimîne

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya bernameyê, faylêdeng veke

Sense & Stance 3_10_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:24 0:00

XS
SM
MD
LG