Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Operasyona Xwe li Tîkrîtê Didomînin


Hêzên ewlekarî yên Îraqî, di hewleke xurt de, îro Înê pêşdeçûna xwe didomînin ku kontrola bajarê Tîkrît bixin bin kontrola xwe.

Tê ragihandin ku mîlîtanên DAIŞ hatine dorpeç kirin û însîyatîfa şer jî hêdî hêdî ji destê wan derdikeve.

Karbidestên li Bexdayê geşbînîya xwe dîyar dikin ku ewê di demeke kin de bajêr bi tevahî rizgar bikin.

Tîkrît xwedîyê girîngîyeke sembolîk ejiber ku cîhê dayikbûna rêberê berê yê Îraqê, Saddam Huseyîn e.

Dora 30,000 leşkerên Îraqî û mîlîtanên Şîa yên bi piştgirîya Îranê,Tîkrît dorpeç kirine û çend dever kontrol kirine, lê bi zelalî nayê zanîn ku rewşa li erdê çi ye.

XS
SM
MD
LG