Serokê berê yê Maldives Mohamed Nasheed hate cezakirin bi 13 salan di zîndanê li ser gunehkariya terorîsmê.
Ev yek hat di dadgehkirineke bi lez de ji aliyê sê dozgeran ve roja înê. Li gor wan, Nasheed, serokê welat yê yekem ku awakî demuqratîk hatî hilbijartin, fermana ne rewa ya girtina berpirsekî dadgehê sala 2012an de dabû dema ew serok bû.
Piștgirên rêzdar Nasheed dibêjin dadgehkirina wî siyasî ye û armanc jê ewe ku nehêlin ew di hilbijartinên 2018 an de beșdar be li dijî serokê niha Yameen Abdul Gayoom.
Wekû riyaksyon di vê derbarê de wezareta derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de nîgeraniya xwe ragihand ku ev dadgehkirin hatibe li darxistin bi șêweyekî li dijî yaseya Maldives û nebûna zelaliyê û serxwebûna dozgeran.