Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vahap Coşkun Daxuyanîyên Erdogan û Demîrtaş Dinirxîne


Li Tirkîyê pêvajoya çareserîyê dewam dike. Çavê herkes li nameya Abdullah Ocalan e ku di Amedê dê bê xwendin e.

Lê, di nav heftê de bandora daxuyanîyên Serokomar Recep Tayîp Erdogan û Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş rojeva sîyaseta Tirkîyê dagirtîye.

Serokomar li bajarê Balikkesirê got “Pirsgirêka Kurd tuneye. Kurd dibin serokwezîr jî serokomar jî. Pirsgirêka Kurdan heye.”

Piştî wî, Selahattîn Demîrtaş di gotara xwe ya gruba meclîsê de roja Sêşemê got “Heta HDP hebe emê nehêlin ku Erdogan bibe serok û sîstema seroktîyê bîne.”

Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî got, “Ne hedê Demîrtaş e ku wusa diaxive. Bersîvên tûnd tesîra xwe çawa li ser pêvajoyê dike.”

Mamostê Zanîngeha Dîcleyê yê Beşa Hiqûqê Vahap Coşkun ji Dengê Amerîka re ew daxuyanîyên tund û rojave welêt şîrove kir.

“Di dema hilbijartinê de Serokomar Erdogan her carê zimanekî neteweperwer bikar tîne da ku dengê netewperwerên Tirk bigire. Selahattîn Demîrtaş jî dixwaze xwe li ba çepgirên Tirk ispat bike ku dibêjin HDP û AKP li ser sîstema serokatîyê lihev kirine.”

Coşkun dibêje, ew di wê bawerîyê de ye ku zimanê tûnd yê sîyasetê dê tesîra xwe li pêvajoyê neke.

Serokê AKP'ê yê Amedê Muhammed Akar jî got, ew di wê bawerîyê de ye ku li ser hesabên hilbijartinê van daxuyanîyên tûnd tên dayîn.

“Ev yek dê zirarê nede pêvajoyê jiber ku pêvajoya çareserîyê bi qanûna parlemenê ket bin garantîya dewletê û êdî ev projeya dewletê ye.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:10:08 0:00

XS
SM
MD
LG