Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhad Baqir: Tirkan Planên Xwe yên Taybet di Şerê Sûriyê de Hene


Ferhad Baqir
Ferhad Baqir

Piștî axaftinên Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry di derbarê guftûgoyan de li gel rêjîma Sûrî, berpirsên Tirkiyê ragihandin ku ew bi çi șêweyî napejirînin Esed li ser desthelatê bimîne û tiștek nîne ku gel wî bête guftûgo kirin.

Endamê Komeleya Parêzerên Kobaniyê, Ferhad Baqir, ji Dengê Amerîka re rola Tirkiyê di șerê Sûriyê de șîrove kir û got:

“Destê Tirkiyê di șerê Sûriyê de dirêj e û armancên wê yên taybet hene. Heman desthilatdarên Tirk ku niha dibêjin rêjîma Esed ne rewa ye, wan pêwendiyên xurt pê re hebûn.”

Baqir, ku niha li Tirkiyê dimîne, ragihand ku civaka navnetewî çavê xwe ji rewșa Sûriyê digire û ta niha çi hewlên rijdî ji bo çareserkirinê nînin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Ferhad Baqir_SW_3_19_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:05 0:00

XS
SM
MD
LG